Her tişt vir e, dinya fanî
Te çi birî te çi anî
Te xwendiye bi çi zimanî
Gelo çima şiyar nabî

Rabe ji xewa xefletê
Guh mede mal û serwetê
Destê min li pêsira te
Roja Mehşer û axretê

Ev çi dewr e çi dewran e
Em hatin axirzeman e
Emir rê ye dinya xan e
Welatê min ne mêvan e

Rabe ji xewa xefletê
Guh mede mal û serwetê
Destê min li pêsira te
Roja Mehşer û axretê