Di şevbêrke kî kevnar de rast hatim

Dengekî qedîm zirav zirav dihat

Nav diranên çêkirî û spî

Go;'Ha Sılo Xalo mîro mîrê min'.

Min guh dayê ez mam tenê


Di diwana camêr a min çok danî erdê

Dengekî qedîm kete guhê min

Ez xweş ketim

Mam bi qîrîn û girîn


Denge kî heftê û pênç salî hat min

Ez mam stû xwar

Li ser qulincên kevirê zewacê.

Mam bi te tenê


Kî zanîbu ku ezê te bî bîranîna xwe de

Mezin bikim u pê şa bim

Her tilîye kî xwe bîkîm qelendê te

Di nav porê te de

Ezê guhê xwe bidim dengê

Yekî ji çoka ketî

Hûr hûr werim xwarê

Destê min nav porê te de

Bimrim, nemînim, xelas bim

Heta dengê te di guhê mîn de be


Dengekî kal vediqete di şevê de

Wek çeme kî delav bi delav diherike

Wek jine kî zirav zirav dimeşe

Ser singa baranê

Wek hespe kî kihêl

Bi te ez tenê me

Nav porê te xwe min dirêj kirîye

Her du çevê min vekirî

Û tezî…


Sêzdeh.sifir û yek.du hezar bîst û du

Hakan Ergîn