Ez ji bo ku te bibînim

Min rêyek dûr û tarî da pêy xwe

Zibistan bû, dilê min dicemidî

Wekî ku agir di nav dilê min de bû

Lê dilê min dicemidî


Ji bo ku te bibînim

Min delingê xwedê qetand

Heft roj û hef şev

Helbestên hilweşan guhdarî wî kir

Ji bo ku rûyê te bibînim


Lê min te nedît

Min ne rêya dur xelas kir

Ne dîle min cemidî û ne jî şewitî

Helbestên min wenda bûn

Dengê min neçû xwedê


Ger ku te bibînim

Kulîlkên asîmanên dilê min geş bibe

We çûkên azadîyê bifirin ji dilê min

Wê heyv ji bo min derkeve asîman

Wê dengê min here xwedê